CîhanÎranNûçeRojhilatanavin

Daxwaza Îranê ya paqijkirina cîhanê ji çekên navokî

Nunerê Komara Islamî ya Îranê li NY şeva buhurî xwest ku welatên xwedîyê çekên navokî werin jiçekirinê.

Xulamelî Xoşrû nunerê Îranê li NY li civîna Civata Giştî ya NY ya bi mijara “dengê Dîwana Navnetewî ya Dadwerîyê di warê rewanebûna gefê yan bikaranîna çekên navokî“, wek hevdengkirê hiqûqî yê Tevgera Qeydnenasan axivî.

Nunerê Îranê li NY bal kişand ser helwesta isûlî ya Tevgera Qeydnenasan têkildarî çareserkirina biaştî ya nakokîyan û qedexeya bikaranîna zorê û got: Dîwana Navnetewî ya Dadwerîyê roleke girîng li handana ji bo çareserkirina biaştî ya nakokîyan heye.

Wî herwiha got: Tevgera Qeydnenasan ruknên NY gazî dike ku di warên hiqûqî yên têkildarî karên xwe yên hiqûqî bi Dîwana navnetewî ya Dadwerîyê re rawêjkarîyê bikin.

Nunerê Îranê li NY herwiha bal kişand ser dengê rawêjkarîyê yê Dîwana Navnetewî ya Dadwerîyê li mijara dûhatên hiqûqî yên lêkirina dîwarê navirrê li erdên dagirbûyî yên Filistînê û xwest ku dagirkerî di çarçova rêzgirtinê û garantîkirina dengê rawêjkarîyê yê Dîwana Navnetewî ya Dadwerîyê were kutakirinê.

Lêkirina dîwarê navbirrê li erdên dagirbûyî yên Filistînê li rexê rojavaya çemê Urdinê ji sala 2002`an ve destpê bûye û armanca lêkirina vî dîwarî ku tevî neyarîya filistîyînyan didome, xistina axa Filistînê ser erdên dagirbûyî bi armanca berfirekirina bajarokên sîyonîstnişîn e.

Tevî dengê rawêjkarîyê yê Dîwana Navnetewî ya Dadwerîyê di 9`ê Tîrmeha sala 2004`an de têkildarî neqanûnîbûna lêkirina dîwarê navbirrê û daxwaza hilweşandina vî dîwarî û dayîna xerametê bo kesên xisradîtî, Rêjîma Sîyonîst lêkirina vî dîwarî didomîne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu