İslami Davet Kurdi Bange İslami

Daxwaza Iraqê ji Yêketîya Ereban li bara Tirkîyê

Ibrahîm Ceiferî wezîrê karên derve yê Iraqê şeva buhurî li gotûbêja têlêfonî ligel Ehmed Ebûgêyz serokê giştî yê Yêketîya Ereban got: Iraqê civaka navnetewî vexwend ku li şerê dijî koma têrorîst a DAIŞ`ê li rex Iraqê bisekine lê, ji Tirkîyê dixwaze dawî li destdirêjîya ser yekperçetîya axa Iraqê bîne.

Ceiferî ji rayedarên Tirkîyê bi hegera kiryarên li hemberî Iraqê rexne girt û pêkutî kir, wezareta karên derve ya Iraqê çend caran bi rayedarên Tirkîyê ra ketîye têkilîyê û ji wan xwestîye ku hêzên xwe ji baregeha Beşîqê li Mûsilê li bakûra Iraqê derînin.

Wezîrê karên derve yê Iraqê jî got: Vê wezaretxanê hin têkilî jî bi endamên dayimî yên Konseya Ewlehîya NY ra hebûne û li bara binpêkirina serwerîya Iraqê bi destê Tirkîyê bi wan re axivîye û nêrîna erênî ya wan bi dest xistîye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Exit mobile version