IraqNûçeRojhilatanavin

Daxwaza ji bo pişkdariya Heşda Şebî li operasiyona azadkirina Felûcê

Berpirsekî bereya Bedra Iraqê ragihand ku Bexdayê bi fermî daxwaz kiriye ku bila hêzên gelanî yên Iraqê yên ser navê Heşda Şebî jî pişkdariya operasiyona azadkirina bajarê Felûcê li rojavaya vî welat ji destê terorîstan bike.

Li gor rapora ajansa Kurd Press’ê, Berpirsekî bereya Bedra Iraqê ragihand ku Bexdayê hema bi frmî daxwaz kiriye ku bila hêzên gelanî yên Iraqê yên ser navê Heşda Şebî jî pişkdariya operasiyona azadkirina bajarê Felûcê li rojavaya vî welat ji destê terorîstgan biken.

Basim El-Selamî destnîşan kir; Hêzên gelanî yên Iraqê yên ser navê Heşda Şebî niha operasiyona xwe ya bona azadkirina navçên El-Kereme û El-Seqlaviye ji destê terorîstan destpê kiriye û niha jî piştî serketinên zav ber bi bajarê Felûcê birê ketiye.

Wî herwisa ji amadebûna hêzên gelanî yên Iraqê bona pişkdariya li operasiyonên dine azadkirina axa Iraqê ji destê terorîstan bitaybet li parêzgeha El-Enbarê xeber da.

Hêzên artêşa Iraqê bi alîkariya hêzên gelanî yên vî welatî bajarê Felûcê ku li destê terorîstên DAIŞ’ê da ye dorpêç kirin û hevkariya wan û hêzên gelanî li vê navçê heta niha derbeyekî giran li terorîstan xistiye û birek ji terorîstan hatine kuştin û birek jî ji tirsa canê xwe ji wê navçê revîne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu