AsyaÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Daxwaza komîta mafên mirovan a parlemana Iraqê ji Îran û Tirkiyê

Komîta mafên mirovan a parlemana Iraqê ji Îran û Tirkiyê xwest ku alîkariyê bigihînin awareyên Felûcê.

Li gorî rapora malpera Sumeriye News`ê, Erşed Salihî serokê komîta mafên mirovan a parlemana Iraqê îro dilgiraniya xwe ji ber rewşa xelkê Felûcê nîşan da û ji Hîva Sor a Komara Islamiya Îranê û ya Tirkiyê xwest ku alîkariyên lezgîn raberî awareyên Felûcê bikin.

Serokê komîta mafên mirovan a parlemana Iraqê her wiha ji hêzên iraqî xwest ku sivîlên bajarê Felûcê biparêzin.

Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê li civîna desteya wezîran a vî welatî bi gotina viya ku parastina canê sivîlan li Felûcê ewlewiyeta herî girîng a dewletê ye, got: Hemî pêngavên pêwîst jibo girtina pêşiya ziyandîtina sivîlan li Felûcê hatine rakirin û dewlet bi awayekî taybet bala xwe dide rewşa insanî.

Serokwezîrê Iraqê sibeya roja duşemê fermana destpêkirina opêrasyona azadkirina bajarê Felûce ji lepên têrorîstên DAIŞ`ê li parêzgeha Enbarê da.

Hêzên artêşê û gelanî yên Iraqê heta niha çend dever û gundên bajarê Felûcê ji lepên têrorîstên DAIŞ`ê (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu