Konseya Ewlehiyê ya Rêxistina Netewên Yekgirtî (NY) ji aliyên yemenî xwest ku hêzên xwe ji bendera Hudeydê derxînin.
Li gorî rapora kanala nûçeyan a AL ALAM`ê, Konseya Ewlehiyê ya Rêxistina Netewên Yekgirtî (NY), ji aliyên yemenî xwest hêzên xwe ji bendera sereke ya Hudeydê derxînin û sozdarê hevhatina Swêdê bin.
Endamên Konseya Ewlehiyê ya Rêxistina Netewên Yekgirtî (NY), destnîşan kirin: Bila Komên yemenî xweragir bin û bi kêmkirina kêşeyan, sozdariya li sozên li hevhatina Stokholmê û cihanîna lezgîn a van sozan, ji derfetan ji bo bichkirina aştiyeka mayinde sûdê wergirin.
Bendera Hudeydê, rêya herî sereke ya şandina alîkariyên mirovdostiyê bo Yemenê ye.
Dewra çaran a muzakireyên aştiya yemenê, ji 6`ê Kanûnê ve bi amadebûna aliyên yemenî bi serokatiya Martîn Gîrîfîts (Martin Griffiths), nûnerê taybet ê sekreterê gişt ê Rêxistina Netewên Yekgirtî (NY) li karûbarên Yemenê, li Stokholmê destpê bû û roja pêncşemiyê 13`ê Kanûna 2019`an bi hevhatina li ser agirbesa li Hudeydê karê xwe bi dawî anî.
Heya niha çend caran bona bidawîanîna şerrê Yemenê, hin livûtevger pêk hatine lê her carê bi astengîderxistina Erebistanê û hevgirtiyên wê rastî xitimînê ve hatine.