IraqNûçeRojhilatanavin

Daxwaza serokwezrê Iraqê ji NY

Serokwezîrê Iraqê ji Rêxistina Neteweyên Yekbûyî(NY) xwest ku bo wergirtina mal û milkên ku ji Iraqê dizîne û veguhestin derve, bikevin tevgerê.

Li gorî rapora, roja çarşemiyê ya Mêhr News`ê, serokwezîrê Iraqê, Heyder Ebadî bal kişand ser pêwîstiya piştgiriya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) ji vî welatî bona rawestana li ber fesadiyê û ji vê rêxistinê xwest ku mal û milkên ji Iraqê hatine dizîn û veguhestine welatên biyanî, vegerîne vî welatî.

Serokwezîrê Iraqê li bara viyana cidî ya dewleta vî welatî ser dewama reformên siyasî û rawestana li ber gendeliya hikûmetî agahî da û bi bîr xist ku hevgavê kuştina eskerên iraqî bona rawestana li ber DAIŞ`ê, eskerên saziyên çavdêriyê û rawestana li ber gendeliyê li opersyonên terorê tên qurbanîkirin.

Heyder Ebadî, terorîzm û gendelî wek dijminê yekgirtî yê Iraqê da zanîn û destnîşan kir ku ew ê hewldana xwe bona rawestana li ber gendeliyê heya têkbirina vê diyardeya kirêt li welêt bidomîne.

Gelê Iraqê her hefteyê bona protestokirina gendeliya aborî bi birêvebirina xwenîşandanekê ser dewama reformên siyasî û avakirina dewleteke teknokirat bona pêkanîna rewşeke baş a ewlehiyê, xizmetkirin û aboriyê tekez dikin.

Iraq piştî ragihandina cihanîna hin guhertinan li kabînê ji aliyê serokwezîrê vî welatî, rastî qeyrana siyasî hatiye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu