IraqNûçeRojhilatanavin

Peydakirina sîlehên hilgirê madeyên kîmyewî yên DAIŞ`ê li Mûsilê

Hêzên artêşa Iraqê bi dehan sîlehênhilgirê madeyên kîmyewî yên koma têrorîst a DAIŞ`ê peyda kirin.

Li gorî rapora PressTV`yê, hêzên artêşa Iraqê duh danê êvarê di çarçova opêrasyona azadkirina devera Şewreyê li başûra Mûsilê da, bi dehan sîlehên hilgirê madeyên kîmyewî ji destê têrorîstên DAIŞ`ê derxistin.

Ji hêla din ve, çekdarên DAIŞ`ê îro 24`ê Cotmehê bi armanca teqandina wesayîtên bombekirî di nava hêzên Pêşmerge de, sê wesayîtên bombekirî şandin nahyeya Batnaya ku pirranîya niştecîyên wê piranî mesîhî ne. Hêzên Pêşmerge karîn sê wesayît berî ku bigehin çeperên Pêşmerge hatin teqandin.

Parlamenterê Nêynevayê Intisar el Cibûrî jî, îdîa kir ku li bajarê Musilê rêxistina terorît a DAIŞ`ê ji ber ku 200 kesên medenî di şerê operasiyona ku li hember wan tê meşandin de cîh negirtine û di heman demê de nepejirandine, kuştine.

Cibûrî ku ji ajansa Anadoluyê re diaxivî, dide xûyakirin ku li gor agahiyên ku li Musilê gehiştine dest wan, DAIŞ`ê 200 medeniyên ku di refên wan de daxwaza şêrr red kirinê, di nava çend rojan de kuştine. Di heman demê de Cuburî tîne zimên ku kesên hanê li cihên cuda yên Musilê hatine kuştinê û termên wan jî radestî malbatên wan nehatine kirin.

Navenda ragehandinê ya şêrr a Iraqê jî ragehand ku di encama operasyona rizgarkirina Mûsilê de heta niha 772 çekdarên DAIŞ`ê ji aliyê hêzên Pêşmerge, hêzên Iraqê û balefirên ceng yên hêzên hevalbendîya navnetewî va hatine kuştinê û 23 çekdarên DAIŞ`ê jî dîl ango êxsîr hatine girtin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu