IraqNûçeRojhilatanavin

Daxwaza wezîrê berevanîyê yê Amerîkayê jibo pişkdarîya Tirkîyê li opêrasyona Mûsilê

Wezîrê berevanîyê yê Amerîkayê xwest ku Tirkîye li opêrasyona azadkirina Mûsilê pişkdar be.

Li gorî rapora Fars News`ê, Eşton kartêr wezîrê berevanîyê yê Amerîkayê ku serdana Tirkîyê kirîye, vê sivê li civîneke rojnamevanîyê ya hevpar ligel hevtûşê xwe yê tirk, xwest ku Tirkîye li opêrasyona azadkirina Mûsilê pişkdar bibe.

Eva li halekî ye ku Heyder Ebadî, serokwezîrê Iraqê vê dawîyê ragihand ku em li dijî pişkdarîya hêzên Tirkîyê li opêrasyona Mûsilê ne, ji ber ku pişkdarîya wan li yê bibe sedema astengîderxistina li ser rêka hewldanên hêzên iraqî li şerê dijî koma têrorîst a DAIŞ`ê.

Rayedarekî dewleta Iraqê jî ku nexwest navê wî bê aşkirakirinê îro ji BBC`yê re got ku tu lihevkirinek di navbera Enqere û Bexdayê da li bara opêrasyona Mûsilê pêk nehatîye û em naxwazin Tirkîye li vê opêrasyonê pişkdar be.

Hin derdorên sîyasî li Iraqê dibêjin ku armanca Tirkîyê li babeta pişkdarîya li opêrasyona azadkirina Mûsilê bi piştgirîya giştalî ya Amerîkayê, hewldana jibo pêkanîna korîdoreke ewleh bi merema xilaskirina têrorîstên DAIŞ`ê ji meydana şêrr e. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu