Daxwaza Yewnanistanê ji Îranê jibo kirîna gazê
Rêvberê giştî yê Ewrûpa, Emerîka û welatên cînarê deryaya Xezerê yê wezareta niftê ya Îranê ragihand ku Yewnanistanê daxwaza kirîna gazê ji Îranê kiriye.
Huseyn Îsmaîlî rêveberê giştî yê Ewrûpa, Emerîkayê û welatên cînarê deryaya Xezerê yê wezareta niftê ya Îranê got : şîrketên yewnanî tevî ku hez dikin gazê ji Îranê bikrin daxwaza hizûra li pêşeyên palînê û gaza Îranê dikin.
Îsmaîlî bal kişand ser hevdîtina Emîr HUseyn Zemanîniya, alîkarê karûbarên navneteweyî û bazirganiyê yê wezîrê niftê yê Îranê û Corc Katrog Kalos cîgirê wezîrê karên derve yê Yewnanistanê li Têhranê û got : Her du alî li vê hevdîtinê ser hevkariya navbera Têhran û Atênê li beşa enerjiyê tekez kirin.
Corc Katrog Kalos cîgirê wezîrê karên derve yê Yewnanistanê ku li çarçêva berfirehkirina peywendiyên tev Îranê sefera Têharnê kiriye li hevdîtina tev Muhemed Cewad Zerîf wezîrê karên derve û Mecîd Text Rewşançî alîkarê wezîrê karên derve yê Îranê , amadetiya welatê xwe jibo berfirehkirina hevkariyên aborî tev Îranê ragihand.
Kompaniya Helnik Pêtrolyom palîngeha herî mezin a Yewnanistanê yek ji bikirrên ewrûpî yê nifta Îranê ye.
Nuha bikirrê herî mezin ê gaza Îranê, Tirkiye ye ku li gorî peymana 25 salî dest bi kirîna gazê ji Îranê dike.
Welatên curbicure ewrûpî li mehên buhurî daxwaza xwe jibo kirîna gazê ji Îranê ragihandine ku heya niha ti peymanek nehatiye girêdan.
Îran jibo îxracata gazê bo Ewrûpayê 2 riyên derfirotinê ji riya boriyê û LNGyê dişopîne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)