NûçeRojhilatanavin

Gotinên rêberê giranqedr ê Înqlabê li hevdîtina nûnerên Meclisa Şarezayên Rêberiyê

Rêberê giranqedr ê Înqilaba Îslamî, pêgîrî kir: Xelkê Îranê bi beşdariya zav û bi coş a li hilbijartinên vê dawiyê yên Îranê, baweriya xwe ya bi pergala Komara Îslamiya Îranê, di pratîkê de nîşan dan.

Hezretê ayetullah uzma Xaminêyî, roja pêncşemiyê li hevdîtina dawiyê ya serok û nûnerên dewra çarem a Meclisa Şarezayên Rêberiyê, qedrê hizûr û beşdariya bi coş û berbiçav a xelkê li hilbijartinên 26`ê Sibatê girti û got: Xelkê Îranê li hilbijartinên Meclisa Şêwra Îslamî û Şarezayên Rêberiyê cilwilîn û beşdariyê sedî 62`ê kesên ku dikarîn deng xwe bidin, li gorî gellek welatên ku îdiaya dêmokrasiyê dikin, hejmareka zav û berbiçav e.

Rêberê giranqedr ê Înqilaba Îslamî, bal kişand ser vê yekê ku xelkê Îranê bi beşdariya li hilbijartinan, erka ser milê xwe cih anîn û destnîşan kir: Niha dema berpirs û rayedarên welêt e ku wezîfe û erkên xwe cih bînin.

Hezretê ayetullah uzma Xaminêyî, erka Meclisa Şarezayan, Înqilabî mayîn, înqilabî fikirîn û inqilabî tevgeriyan dan zanîn û got: Berçavgirtina van sê taybetmendiyana li çawaniya bijartina rêberê dahatî yê welêt, yek ji berpirsyariyên herî bingehîn ên Meclisa Şarezayên Rêberiyê ye û pêwîst e ku li bijartina rêberê dahatî, tevgeryana li gor meslehet û xêra şersî û hêzbî, rûdamayîn û xêra xwe xwestin li meydanê de nebin .

Rêberê giranqedr ê Înqilaba Îslamî, herwiha bal kişand ser erkên berpirsên dewletî û herwiha got. Li rewşa niha, sê erk û karên sereke yên wekî aboriya li ser berxwedanê, berdewamkirina bilezgînî ya hereket û meşyana zanistî û qahêmkirina parstina çandîî ya welêt, gell û xortan, ji wan erk û wezîfan in ku divê berpirs û rayedarên welêt wan ji bîr nekin û berçav bigirin.

Rêberê Înqilaba Îslamî li dewra vê demê de meselê sereke ji bo welêt re şirove kirin û li vê çarçovê de mesela derzkirin û rêpeydakirina dijminan nav kar û postên girîng li welêt meseleke pir cidî û girîng nirxand û desnîşan kir ku riya pêşketina rastî bi tenê ` qahêm û îstemkirina `statu û nijyara navxweyî ya welêt` li warên aborî, çandî û siyasî, `parastina taybetmendiyên înqilabî`, `xebat û meşyana cîhadî` û `parastina şeref û nasnameya neteweyî û îslamî` û asêmîlenebûna li di nav rewşa bi taluke a cîhanê ye.

Rêberê Înqilaba Îslamî destnîşan kir: Komara Îslamiya îranê amade ye ku bi hemû dinayayê re ji bilî Amerîka û Rejîma Siyonîst, danûstanê bike û hev bê.

Wî şerrên niha yên li navçeyê tam siyasî bi nav kirin û got: Dijminên Îslamê hewl didin van nakokiyana bikin nakokiyên mezhebî daku bi hêsanî bi dawî neyên û nabe ku em alîkariya vê armanca bi xeter û taluke bikinbikin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu