IraqNûçeRojhilatanavin

DEAŞa rêxistina terorê li Iraqê “ji hêla leşkerî” va xilas bû

Heyder Ebadiyê Serokwezîrê Iraqê diyar kir ku DEAŞa rêxistina terorê li Iraqê “ji hêla leşkerî” va xilas bû.

Serokwezîr Ebadî li qesra hikûmetê ya li Bexdayê civîna çapemeniyê li dar xist.

Ebadî diyar kir ku li çola Enbara li rojavayê welêt di demeke nêz da operasyonên li ser komên DEAŞê jî ew ê bê temamkirin û got, “Me li Iraqê ji hêla leşkerî va DEAŞ xilas kir û hemû herêmên ku zeft kiribû ji dêst girt.”

Serokwezîrê Iraqê got dema ji çolê DEAŞê paqij bikin ew ê li welêt “roja neteweyî” ya ji xilasbûna ji DEAŞê îlan bikin.

Ebadî destnîşan kir ku di têkoşîna dijî DEAŞê da hêzên bejayî bi tenê ji welatiyên Iraqê pêk tên û got, “Vê têkoşîna ku welatiyên Iraqê dan di têkoşîna dijî DEAŞê da ji bo sûriyeyiyan bû mînak.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu