İslami Davet Kurdi Bange İslami

Deh hezar zarokên yemenî, bûne goriyên şidet û hejariyê

Berdevkê sekreterê giştî yê Rêxistina Neteweyên yekgirtî (NY) got ku tenê di 1sala buhurî de, 10 hezar zarokên yemenî, bûne goriyên nexweşiyên wekî îshala bi xwîn û zaturiyê ku pêşiya wan têne girtin.

Li gorî rapora IRNA`yê, Stêfan Ducarîk, roja çarşemiyê li civîneka çapemeniyê ji zarê Ismaîl Şêx Ehmed, nûnerê taybet ê sekreterê giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekgirtî li Yemenê ragihand, di wan rojên dawiyê de, hin raporên biêş ji pirsgirêkên pereyî û saxlemiyê yên xelkê Yemenê bi dest ketine ku nîşan didin bi mîlyonan kes ji wan heta nikarin xizmetên herî sereke û hewcemendiyên xwe yên rojane jî bi dest bînin.

Wî bal kişand ser rewşa dijwar a jiyana xelkê Yemenê û bi bîr xist ku teşkîlata tendirustiyê ya vî welatî, ji ber kêmbûna çavkaniyên pereyî, êdî nikare hewcetiyên xelkê û alavên pêwîst û tendirustiyê û ardûyê dabîn bike û niha zêde ji 600 navendên dermankirinê, nikarin ku nexweşan derman bikin.

Ducarîk herwiha bal kişand ser dewama gotûbêjên aştiya Yemenê yên li Kuweytê û herwiha got, Îsmaîl Şêx Ehmed li gotûbêja tev nûnerên her du aliyan li Yemenê, careka din ji wan xwestiye ku çarenivîsa xelkê li jortir ji berjewendiyên xwe bibînin û bi nîşandayîna rûhiyet û morala lihevkirinê, vê derfetê bona çareserkirina qeyrana dusalî ya Yemenê, bi kar bînin (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Exit mobile version