ÎranNûçeRojhilatanavin

Dehika Fecrê ya Înqilaba Îslamî ya Îranê dst pê bû

Îro Yekşemî, 12ê Behmenê hevdem di gel 31ê Çileya 2021ê, dstpêka Dehika Fecrê ya Înqilaba Îslamî ya Îranê ye.

42 salan beriya niha di rojeke wiha da, 12ê Behmena sala 1357an a koça rojî (1ê Sibata 1979an) Hezretê Îmam Xumeynî (re), Xîmdarê mezin ê Komara Îslamî ya Îranê, piştî panzdeh salan sirgûnê û dûrbûna ji welêt, bi pêşwaziya bicoş a gel, pê li axa Îrana Îslamî danî.

Piştî derbasbûna 10 rojan ji hatina wî ya Îranê, di roja 22ê Behmena sala 1357an da, (11ê Sibata 1979an), Înqilaba mezin a îslamî ya Îranê  bi ser ket.

Ji ber vê yekê ji roja 12ê Behmenê yanî roja hatina Îmam Xumeynî (re) bo Îranê heta 22ê Behmenê ku roja Serketina Înqilaba Îslamî ye, wek Dehika Fecrê hatiye binavkirin û her salê cejn û rêûrismeke taybetî serketina Înqilaba Îslamî di van rojan da li dar dikeve.

Lê îsal ji br belavbûna Vîrûsa Koronayê, rêûrism bi awayê taybet tên lidarxistin.

Başa dön tuşu