IraqNûçeRojhilatanavin

Êrîşên têrorîstî li paytexta Iraqê

Li gorî rapora kanala têlêvîziyoniya Somiriyê, di encama êrîşên têrorîtî li rawestgeheke lêgerînê li taxa El-Dureya li başûrê Bexdayê 10 kes ji wan efserekî polîsê Iraqê hatin kuştin û du kesên din jî birîndar bûn. Li encamam pênc teqînên din li taxên Hebîbiye, Zefiraniye, El-Tubcî, Yûsifiye û El-Reşîdiyeya başûrê Bexdayê, 9 kes hatin kuştin.

Her viha ji ber teqîna bombekê li taxa Dewaêma başûrê rojavaya Bedxayê herîkêm du kes hatin kuştin û heft kes jî birîndar bûn. Di encama qeyrana siyasî ya navxweyî di hefteyên vê dawiyê da teqînên mirinbar li hinek ji bajarên Iraqê bi taybet Bexdayê qewimîne ku têda bi dhan welatiyên bêguneh hatine kuştin yan birîndar bûne

Li gorî nûçeyeke din ji Iraqê, koma têrorîst a DAIŞ`ê 13 efser û karzanên çek û teqemeniyê yên rêjîma berê ya Iraqê ji ber xwedûrkirina ji hevkariya li9gel çeteyên vê komam têrorîst li navenda leşkerî ya Xezlaniyê li bakûrê rojavaya Iraqê kuştin.

Koma têrorîstî û tekfîrî ya DAIŞ`ê ev kes ji bo çêkirina bombeyên destî û mayînan bi kar dianîn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu