ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Dem û cihê merasima cinaze ya Şehîd Qasim Silêmanî

Navenda Ragihandinê ya Sipaha Pasdarên Inqilaba islamî di daxûyanîyekê de dem û cihê merasima rakirin û definkirina meytên şehîd Serdar Silêmanî û hevrêyên wî ragihandin.

Di daxûyanîya Navenda Ragihandinê ya Sipaha Pasdarên Inqilaba islamî de hatîye ku meytên şehîd Serdar Qasim Silêmanî û hevrêyên wî roja Yekşemê piştî derbasî axa Îrana isalmî bên kirinê, yê bi merasimekê li mezregeha Imam Riza (S) were rakirinê. 

Merasimek jî yê roja Duşemê li Têhranê bê lidarxistinê û paşê dê meytê wî şehîdî roja Sêşemê li şarê Kirmanê (li başûra Îranê) bi merasimekê bê rakirin û definkirinê.

Serdar Sipehbud Qasim Silêmanî Fermandey Hêza quds a Sipaha Pasdarên Inqilaba islamî û Ebûmehdî Muhendis Cîgirê Fermandeyê Hêzên Heşdi Şeibî yên Iraqê û çend kesên din roja Înîyê di encama êrişa hewayî ya hêzên têrorîst ên amerîkî ser balafirgeha Bexdayê de şehîd bûn.  

Başa dön tuşu