ÎranNûçeRojhilatanavin

Dema navnivîsîna ji bo hilbijartina Konseyên Îslamî yên Gund û Bajaran li Îranê di saet 24 şeva bihurî da kuta bû

Wezareta karên hundir ya Komara îslamî ya Îranê tevîî ragihandina kutabûna dema navnivîsîna ji bo hilbijartina Konseyên Îslamî yên Gund û Bajaran li Îranê ragihand ku raporên li ser vê navnivîsînê îro dê ji aliyê serokê navenda vê wezaretxanê va dê bê belavkirin.

Dema navnivîsîna ji bo hilbijartina Konseyên Îslamî yên Gund û Bajaran yên Îranê ji 20`ê Adarê destpê bû û piştî hefteyekê jî ev dema kuta bû.

Dewra 12-an a hilbijartina serokkomariya Îranê û dewra pêncan a hilbijartina Konseyên Îslamî yên Gund û Bajaran li Îranê û ewil dewra navîn dewreyî ya meclisa dehan a şêwra îslamî dê li 19`ê Gulanê birê keve.

Wezareta karên hundir ya Îranê ragihandibû ku hetanî êvara duh yekşemê 250 hezar kesan navê xwe bona pişkdariya van hilbijartinan nivîsîne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu