ÎranNûçeRojhilatanavin

Demajoya Astanê, mêhwera gotûbêjên Zerîf û Muellim

Welîd Muellim wezîrê karên derve yê Sûrîyê duh danê êvarê li rex civîna Civata Giştî ya NY li New Yorkê bi Mihemedcewad Zerîf wezîrê karên derve yê Komara Islamî ya Îranê re civîya.

Muellim û Zerîf di vê hevdîtinê de derbarê demajoya Astanê û meseleyên herêmê gotûbêj kirin.

Zerîf di vê hevdîtinê de pêgirî kir ku Îran dixwaze qeyrana Sûrîyê bi rêka sîyasî were çareserkirin.

Komara Islamî ya Îranê wekî welatekî bibandor ê herêmê hertim bi dû çareserkirina qeyranên Rojhilata Navînê ji wan a Sûrîyê bi rêka sîyasî bûye.

Di vê çarçovê de, muzakirên Astanê ji Çilleya sala 2017`ê ve li gorî insîyatîva Komara Islamî ya Îranê û hevkarîya Rûsîye û Tirkîyê bi mebesta pêkanîna aştîyê li Sûrîyê, destpê bûn.

Encama sereke ya wan muzakirana, “kivşkirina deverên kêmkirina gêreyê li Sûrîyê“ ye.

Başa dön tuşu