Rojnama Siyonîstî nivîsî; Rêberê Îranê gotiye ku ji Întefaza Filistînê bona jinavbirina Îsrayîl ku wekî qanserê li navçê ye piştevaniyê dike.
Rojnama Siyonîstî ya Taymz af Îsrayîl roja sêşemê li berteka gotinên Rêberê mezine inqilabê li konferansa navnetewî ya piştevaniya ji Întefaza Filistînê li Têhranê nivîsî: Rêberê Îranê li vê konferansê ji Îsrayîl wekî qanser nav biriye û piştevaniya xwe ji Întefazê heta jinavbirina Îsrayîlê piştevanî kir û got: Civata navnetewî ber bi sekinîna li hemberî Îsrayîl diçe.
Vê rojnamê ragihand Ayetullah Xamineyî li van gotinan pesna berxwedanê li hemberî dagîrkeriya bê miruvet da û got: Dagîrkeriya bê rehm zûlma herî mezine li netewekê ku li dîrokê tê nivîsîn.
Rojnama Siyonîstî ya Taymz af Îsrayîl nivîsî ku gor gotinên rêberê îranê xîmdarên Îsrayîl berpirsê aloziyên niha li navça rojhilata navînê ne.
Li vê civînê navnetewî ya piştevaniya ji Întefaza Filistînê lê Têhranê serokên sê saziyên sereke yên welêt, wezîrên dewletê, nunerên meclisa şêwra Îslamî ya Îranê û fermandeyên grûpên cîhadî û berxwedanê beşdar bûne.
Druşmeya şeşmîn civîna navneteweyî ya piştgiriya ji serhildana gelê Filistînê, `Hemî bi hev re jibo piştgiriya ji Filistînê` ye.
Li gorî gotina Kazim Celalî, berdevkê vê civînê li mersima îro zêde ji 80 taxim û 700 mêvanên biyanî bo du rojan dê mêvanê meclisa şêwra Îslamî ya Îranê bib û roja pênşemiyê jî dê civînekê tev rêxistinên sivîl (NGO) û saziyên nedewletî yên alîgirê berxwedana Filistînê li cihê civîna serokan li dar bixin.
Hêjayî gotinê ye ku 5 civîn li salên, 1991, 2001, 2006, 2008 û 2011`an û piştî pejirandina qanûna piştgiriya ji inqilaba Îslamî ya gelê Filistînê li 9`ê Gulana sala 1990`î li Têhranê hatiye lidarxsitin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)