IraqNûçeRojhilatanavin

Dengdana taybet a hilbijartinên parlimana Iraqê dest pê bû

Îro pêncşemê pêvajoya dengdana taybet a ji bo Parlamentoya Iraqê ji bo Hêzên Pêşmerge, Asayîş û Polîsên Herêma Kurdistanê û Artêşa Iraqê, Polîs û Heşda Şeibî yên li Iraqê dest pê bû.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Komsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê ragihand ku dengwergirtina ji iraqîyên derveyî welêt ji îro ve destpê bûye û dê heta sibê bidome.

Komsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê herwiha bal kişand ser vîya ku zêde ji 850 hezar welatîyên iraqî yên derveyî welêt dikarin di çaremîn dewra hilbijartinên parlimanê de dikarin pişkdar bin û dengê xwe bidin û ragihand ku li 21 welatên cîhanê navendên dengwergirtinê ji bo welatîyên iraqî yên derveyî welêt hatine kivşkirinê ji wan li Komara Islamî ya Îranê.

Li gorî vê raporê, vê sibê dengwergirtina ji hêzên çekdar, girtîyên bi cezaya zîndanê ya bin pênc salan û nexweşên li nexweşxanan li 18 parêzgehên Iraqê ser navê “dengwergirtina taybet“ destpê bûye.

Li Herêma Kurdistanê nêzîkî 500 hezar kesên ji Hêzên pêşmerge, Asayîş û polîs hene ku dikarin beşdarî vê pêvajoya dengdana taybet bibin.

Li Hewlêrê saet 7ê sibehê dengdanê dest pê kir û hejmareke mezin ji Hêzên Pêşmerge, Asayîş û polîsan re li ber navendên dengdanê civiyabûn da ku dengê xwe bidin.

Li gorî ragihandina Komsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê, 24 milyon kes ji nifûsa 37 milyon kesî ya vî welatî dikarin li hilbijartinên parlimanê pişkdar bin.

Xelkê Iraqê yê di 12`ê Gulanê de pişkdarîya hilbijartinên parlimana vî welatî bikin.

Başa dön tuşu