Dengê parlemana Yemenê bo nehêjatiya Ebd Rebeh Mensûr Hadî
Partlemana Yemenê dengê xwe da nehêjatî û nemeşrûbûna Ebd Rebeh Mensûr Hadî serokkomarê îstifakirî yê vî welatî.
li gorî rapora Tesnîm Newsê, Parlemana Yemenê roja sêşemiyê li daxûyaniyekê ragihand ku serokkomarê îstifakirî yê vî welatî ji ber xeyaneta li emanetê û xweşkirina rewşê jibo destdirêjiya Erebistanê ser Yemenê, meşrûbûna xwe ji dest daye.
Parlemana Yemenê bal kişand ser vê yekê ku li gorî qanûna bingehîn û hukmên wê, tenê parlemana vî welatî di rastiyê de rewabûna xwe heye û ji gişt grûpên siyasî û civakî yên Yemenê xwest ku rêzê li pêşniyarqanûnên parlemanê bigrin.
Parlemana Yemenê roja şemiyê piştî derbasbûna sal û nîvekê, yekim civîna xwe li dar xist û serok û endamên Konseya bilind a siyasî jî roja yekşemiyê li cem nuneran sonda qanûna bingehîn xwar.
Erebistan ji Adara 2015an bi piştgiriya hin welatên ereb û Emerîkayê êriş kiriye ser Yemenê.
Alê Siûd dil heye Ebd Rebeh Mensûr Hadî vegerîne ser deshilatê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)