ErebîstanNûçeRojhilatanavinYemen

Dengê parlemana Yemenê bo nehêjatiya Ebd Rebeh Mensûr Hadî

Partlemana Yemenê dengê xwe da nehêjatî û nemeşrûbûna Ebd Rebeh Mensûr Hadî serokkomarê îstifakirî yê vî welatî.

 li gorî rapora Tesnîm Newsê, Parlemana Yemenê roja sêşemiyê li daxûyaniyekê ragihand ku serokkomarê îstifakirî yê vî welatî ji ber xeyaneta li emanetê û xweşkirina rewşê jibo destdirêjiya  Erebistanê ser Yemenê, meşrûbûna xwe ji dest daye.

Parlemana Yemenê bal kişand ser vê yekê ku  li gorî qanûna bingehîn û hukmên wê, tenê parlemana vî welatî di rastiyê de rewabûna xwe heye û ji gişt grûpên siyasî û civakî yên Yemenê xwest ku rêzê li pêşniyarqanûnên parlemanê bigrin.

Parlemana  Yemenê roja  şemiyê piştî derbasbûna  sal û nîvekê, yekim civîna xwe li dar xist û serok û endamên  Konseya bilind  a siyasî jî roja yekşemiyê li cem nuneran sonda  qanûna bingehîn xwar.

Erebistan ji Adara 2015an  bi piştgiriya hin welatên  ereb û Emerîkayê  êriş kiriye ser Yemenê.

Alê Siûd dil heye Ebd Rebeh Mensûr Hadî  vegerîne ser deshilatê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu