AsyaMafên MirovanNûçeRojhilatanavinSûriye

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan dibêje, artêşa Tirkiyê du komkujî di derheqê sivîlan de li bajarê Babê kirine

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand, artêşa Tirkiyê di roja 21 û 23 vê mehê du komkujî di derheqê sivîlan li bajarê Babê de kirine, ew jî piştî ku leşkerên wê rastî êrîşeke mezin ya DAIŞê hatibûn.

Li gor Rewangehê, ku di encama wan komkujiyan de 104 welatiyên sivîl hatin kuştin, di nava wan de 26 zarok û 13 jin hebûne.

Artêşa Tirkiyê roja 21 vê mehê ragihandibû, hêzên wê li Babê rastî êrîşeke DAIŞê hatibû û di encamê de 14 leşkerên wê hatibûn kuştin û 33 din jî birîndar bûbûn.

Herwiha çekdarên DAIŞê di girtevîdyokê de dîmenên şewitandina 2 leşkerên Tirk belav kiribûn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu