Mêdyayên welatên rojavayî bala xwe dan ser axavtina îro ya rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamî ya li kombûna bi dehan hezar kesên Besîcî û ji zarê wî nivîsîn: Gelê Îranê bi pûçderxistina emraza herî dawîyê ya dijminan a derbelêdanê, wê sîlleyeke din li Amerîkayê bidin.
Kanala Nûçan a Al Mayadeenê tevî weşandina zindî ya axavtina rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamî ragihand: Ayetullah Xaminêyî li axavtinekê li vê kombûnê got: Rêberên zorbêjên cîhanê û dewleta zilimker a Amerîkayê hin pirsgirêkan ser me de disepînin ku divê li hemberî wan bisekinin. Gelê Îranê teslîm nabe û eva jî tenê ne durişmek e.
Al Mayadeenê ji zarê rêberê Inqilaba Islamî nivîsî: Me karî welatê xwe ji bin nîrê serdestîya koledarîya Amerîka û Ingilîsê derînin û herwiha Îranê karî li hemberî komployên dijminan bisekine û pêşîya hewildanên wan ên ji bo perçekirina wî bigire.
Vê kanala nûçan herwiha ji zarê hezretê ayetullah Xaminêyî ragihand: Divê haya me ji her tiştê derbarê dijminan û her bereya ku ji bo êrişa ser Îranê bikevinê de hebe. Amerîka li hemberî Îranê kînê dajo ji ber ku Îranê sîlleyeke qahîm lê daye.
Kanala Nûçan a Al Manarê jî ji zarê rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamî ragihand: Aborîya netewî ya me dê boykotan têk bibe û gel wê sîlleyeke din li Amerîkayê bide. Amerîka li Libnan, Sûrîye, Iraqê û welatên din pêrgî işkstê bûye û işkestên din li benda wî welatî ne.
Al Manarê ji zarê rêberê Inqilaba Islamî herwiha ragihand: Komara Islamî ya Îranê karî li hemberî bereya mezin ûberfire ya zorbêjan bisekine. Îranê di 40 salên buhurî de di gişk waran de hewil daye û ciwanên îranî matora pêşdebir a di hemî qonaxan de bûne.
Malpera Al Khalij Al Jadid a Qeterê jî pişkeke axavtina rêberê Inqilaba Islamî belav kir û nivîsî: Rêberê Inqilaba Islamî li koma bi dehan hezar hêzên Besîc û Sipaha Pasdarên Inqilabê li Têhranê got: Bê guman me li sîstema aborîya xwe ku bi awayekî berfire girêdayîyê niftê ye, hin pirsgirêk hene lê divê bi karkirinê hewil bidin ku bêkarî û hejarîyê ji nav bibin.
Al Khalij Al Jadid herwiha dinivîse: Rêberê Inqilaba Islamî kesayetîyên sîyasî û alîyên ku Îranê ji bo gotûbêja digel Amerîkayê vedixwînin “xayîn“ bi nav kirin û got: Amerîka dixwaze gelê Îranê bitewîne lê, ev yeka hîç wextekê serêxwe nagire û her kesê dijminatîya Amerîkayê li hemberî me inkar bike, ne mêrê meydana pêşketina welêt e.
Kanala Nûçan a Rusia Todayê jî derbarê axavtina rêberê Inqilaba Islamî de nivîsî: Hezretê ayetullah Xaminêyî îro l iaxavtinekê got ku welatê wî ji ber gefên Amerîkayê û pirsgirêkên aborîyê di qonaxeke hestyar de ye. Aborîya netewî ya Îranê dê boykotên sepandî têk bibe û gelê me wê sîlleyeke din li Amerîkayê bide.