ÎranNûçeRojhilatanavin

Dengvedana berfireh a axiftina roja yekşemiyê ya rêberê giranqedr ê Cihana îslamî li medyayê cîhanê û navçê

Axiftina berêvara roja yekşemiyê ya rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî li mersima rehleta HZ Îmam Xumeynî(RE) xîmdarê KOmara Îslamî ya Îranê bi awayekî berfireh li nav medyayê navçê û cîhanê deng veda.

 Xîn Hawayê gotinên rêberê giranqedr ê inqilabê li mersima rêzgirtina 28 mîn salvegera rehleta Îmam  Xumeynî(RE) weşandin û nivîsî: Ayetullah Elî Xamineyî roja yekşmiyê daxwaza çareserkirina  meselên navçeyê ji riya gotûbêjê kir.

Wî bal kişand ser vê yekê ku welatên biyn ji wan ERebistan divê dev ji mudaxila li karûbarên navxweyî yên Sûriye, Yemen û Behreynê berde û got : Xelkê van welatana  divê qeder û çarenivîsa welatê xwe ji riya gotûbêja siaysî kivş bikin.

Xîn Hawayê her wiha ragihand ku ayetullah Xamineyî her wiha mayîna nemaqûl a Erebistanê li Behreynê şermezar kir û got divê dewleta Behreynê bi xelkê vî welatî re bikeve gotûbêjê.

Li gorî vê raporê mixabiniya xwe ji ber pirsgirêkên  hin welatên  misilman ên mîna Yemen, Sûriyê , Behreyn û Lîbyayê da xûyanê.

Ayetullah Xamineyî her wiha ji Erebistanê xwest ku bila cinayeta li dijî xelkê bêguneh rawestîne û bal kişand ser vê yekê ku  dewleta siûdî bi bombebarana gelê Yemenê şaştiyê dikie û got : Bila ev dewleta bizanibe ku  her çiqasî şêwaza xwe ya niha bidomîne û ser bisekine dê nekarbe ser gelê Yemenê bi ser keve.

Xîn Hawayê her wiha nivîsî: Ayetullah Xamineyî ji Donald Trump serokkomarê Emerîkayê jî ji ber piştgiriya ji  karbidestên Erebistana siûdî rexne girt.

Trend Newsa Komara Azerbaycanê jî gotinên rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî li mersima  rêzgirtina  ji 28 mîn salvegera rehleta Îmam Xumeynî(RE) weşandin.

Gotinên HZ ayetullah Xamineyî têberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî her wiha li mersima salvegera rehleta Îmam Xumeynî(RE) li kanala  televîzyonê ya APTN jî deng veda.

Rojnameyên  Kuweytê jî li hejmara xwe ya roja yekşemiyê mersima rêzgirtina ji 28 mîn salvegera rehleta HZ Îmam Xumeynî(RE) rûmal kirin.

HZ ayetullah Xamineyî, rêberê giranqedr ê inqilaba Îslamî roja yekşmiyê li merasima 28 mîn salvegera rehleta Îmam Xumeynî(RE) ser tirba paqij a Îmamê rehmetî tekez kir: Destê dijmina li welatên navçê, şerê bi wekaletê bi rê xistiye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu