ÎranNûçeRojhilatanavin

Dengvedana beşdariya berfireh a gelê Îranê li meşa roja cîhanî ya Qudsê li mêdya curbicur

Beşdariya pirrcoş a gelê Îranê li Meşa Roja Cîhanî ya Qudsê dengvedaneka berfireh li mêdyayên curbicur ên navçe û cîhanê hebû.

Ajansa nûçeyan a Fransayê, ji Têhranê ragihand: Bi hezaran îranî roja îniyê ji bo piştgîriya ji gelê Filistînê, meş li dar xistin û dirûşmeyên Mirin ji bo Îsraîlê û Mirin ji bo Amerîkayê, qêriyan û agir berdane alayên wan.

Assocciated Press`ê jî nivîsî: Îranî bi qêrîna dirûşmeya Mirin ji îsraîlê, nerizamendiya xwe ji ber dagîrkirina Beyt Ul Muqedesê ragihand.

Ajansa nûçeyana a Reuters`ê jî bal kişand ser gotinên Elî Larîcanî, serokê Meclisa Şêwra îslamî ya îranê, û ragihand: Serokê Meclisa Îranê, Îsraîl û Erebistana Siûdî, serkaniya bêserûberiyê linavçê dan zanîn û got: Sêkunca amerîkî, îsraîlî û siûdî, navçe bêserûber kiriye.

Ajansa nûçeya a Spûtnîkê ya Rûsyê jî li pişka xwe ya Erebî nivîsî: Meşa Roja Cîhanî ya Qudsê, bi amadebûna berpirsên payebilind ên Îranê û hin balyozên welatên Erebî û îslamî li Têhranê hate li darxistin.

Ajansa nûçeyan a Xin Hua ya Çînê jî bi weşandina raporekê, nivîsî: Meşvanên îranî dijî Amerîka û îsraîlê dirûm qêriyan û dagîrkirina Filistînê bi destê Îsraîlê û kuştina neraziyên li Xezê û veguhestina balyozxana Amerîkayê ji Têlavîvê bo Qudsê şermezar kirin.

Mêdyayên Rejîma Siyonîst ji wan belavoka Yedioth Ahronoth (Yedîyot Ahronot) û malpera Erûtês Şoi, kanala I 24 News, malpera Times Îsraîl, rojnama Cêrûzalêm Post, Rojnama Ha Arêts û belavoka Îsraîl Hiyûm, bi weşandina beşdariya berfireh a gelê îranê li meşa roja Qudsê, nivîsîn: Îranî bi şermezarkirina dagîrkirina Qudsê, dirûşma Mirin ji bo Îsraîlê qêriyan.

Tevî dengvedana berfireh a xwenîşandana Roja Cîhanî ya Qudsê li Îranê li mêdyayên navçê, bêdengiya mêdyayî ya hin welatên Ereb ên wek Erebistan, Imarat û Behrêynê nîşan da ku ew pirr hes dikin ku bi Rejîma Siyonîst re bibin dot û armanca Fili8stînê ji bîr bikin.

Li hember vê bêdengiyê malpera Filistîn El Yewmê nivîsî: Seranserê Îranê bû şahidê li darxistina xwenîşandana ,îlyonî ya ji bo piştgîriya ji Întifazeya gelanî ya gelê Filistînê li Zîvala Xezê û hevgirtîbûna bi komên Berxwedanê.

Kanala Nûçeyan a AL MAYADIN`ê jî bal kişande ser gotinên Serokê Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê ku pêgîrî kirbû: Eva 70 sal in ku filistînî li ber xwe didin ji ber ku naxwezin li hember welatê xwe pere vebigirin, mafê wan e ku vegerin welatê xwe.

Ajansa fermî ya nûçeyan a Sûriyê (SANA) jî li raporekê nivîsî: Beşdarên li meşa Roja Qudsê, hin plakar girtibûn destê xwe ku di wan de kiryarên cinayetkarane yên hêzên dagîrkerê Qudsê û operasyona cihûkirina Qudsê şermezar dikirin.

Kanala nûçeyan a AL MINAR a Libnanê jî ragihand: Gelê Îranê li xwenîşandana xwe ji bilî dijayetiya li hember siyasetên amerîkî- siyonîstî, piştgîriya xwe ji gelê mezlûm ê Filistînê nîşan dan.

Malpera El Ehd a Yemenê jî nivîsî: Bi mîlyonan îranî li meşa Roja Cîhanî ya Qudsê beşdar bûn ta ku piştgîriya xwe ji Qudsê û gelê Filistînê li hember dagîrkeran nîşan bidin û pêgîriyê bikin ku mijara Filistînê hîn jî mijara sereke ya cîhana Îslamê ye.

Rojnama El Quds El Erebî ya çapa Londonê jî gbal kişand ser beşdariya bi mîlyonan a gelê îranê li meşa Roja Qudsê û nivîsî: Xwenîşanderan cinayetên Rejîma Siyonîst yên li hember filistîniyan şermezar kirin û piştgîriya xwe ji armanca Filistînê ragihandin.

Malperên misrî ji wan El Yewm Ul Sabêi û Misrês û Bewabe El Şerûq, jî li ser meşa berfireh a gelê îranê li roja cîhanî ya Qudsê rapor weşandin û ragihandin: Îranî li îniya dawiyê ya meha pîroz a Remezanê, piştgîriya xwe ji Filistînê ragihandin.

Başa dön tuşu