ÎranMirovê HejaNûçeRojhilatanavinSeyyid Îmam Eli Xamaneî

Dengvedana gotinên rêber li bara dewleta Amerîkayê li mêdyayên biyanî

Gotinên rêberê giranqedr ê Cihana Îslamî li bara viya ku gelê Îranê li meşa girseyî ya salvegera serketina Înqilaba Îslamî ya Îranê di roja 22`ê Meha Behmenê (10`ê Sibata 2017) dê bersiva gefên Amerîkayê bide, dengvedaneke berfire li mêdyayên cîhanê hebû.

Mêdyayên biyanî roja sêşemiyê gotinên hezretê ayetullah Xamineyî rêberê giranqedr ê Cihana Îslamî li hevdîtina digel komeke fermandar û kedkarên hêza hewayî û biryargeha Pedafenda hewayî ya artêşa Îranê weşandin û ji zarê wî ragihandin: Ti dijminek nikare Îranê li erdê xîne û ev gel wê di meşa girseyî ya roja 22`ê Meha Behmenê (10`ê Sibata 2017`an) bersiva gefan bide.

Ajansa inglîsî ya nûçeyan a Reuters`ê bi weşandina beşek ji gotinên girîng ên rêberê giranqedr ê Înqilaba Îslamî, ragihand: Rêberê bilind ê Îranê hişyariya Donald Trump red kir û ji îraniyan xwest ku bersiva gefên Trêmp di salvegera serketina Înqilaba Îslamî da bidin.

Ajansa nûçeyan a Fransayê jî gotinên rêberê giranqedr ê Înqilaba Îslamî li bara Donald Trump serokomarê Amerîkayê bi nûçeyeke lezgîn weşandin û ji zarê wî ragihand: Trêmp rûyê rastîn ê Amerîkayê nîşan da.

Kanala nûçeyan a France 24`ê jî helwêîstên rêberê giranqedr ê Înqilaba Îslamî li bara Donald Trump weşandin û ji zarê hezretê ayetullah Xamineyî ragihand: Fesadî û gendeliya siyasî, aborî, exlaqî û civakî li saziya desthilatdar a Amerîkayê ji aliyê Trump va di heyama rikeberiyên hilbijartinê  û piştî wê eşkere bû.

Vê kanala têlêvîziyonî di dewama weşandina gotinên rêberê giranqedr ê Înqilaba Îslamî li bara dewleta Amerîkayê ji zarê wî ragihand: Dewleta Trêmp kelemçeyê li destê zarokê pêncsalî dixe û ev mijar nîşan dide ku rastiya Mafên Mirovan li ba amerîkiyan yanê çi?

Her wiha malpera rojnameya Independent`a Inglîsê nivîsî: Rêberê bilind ê Îranê got ku Donald Trump rûyê rastîn ê Amerîkayê nîşan daye û îranî wê roja îniyê nîşanî kesên din bidin ku dema gef li Îranê bê xwarin, wê helwêsta Îranê çi be.

Rojnameya  amerîkî ya New York Times`ê jî ragihand: Rêberê bilind ê Îranê li hevdîtina digel fermandarên hêza hewayî, bi tundî ji Trêmp rexne kir û got: Serokomarê nû yê Amerîkayê rûyî rastîn ê Amerîkayê nîşan da.

Li vî halî malpera têlêvîziyona NBC`a Amerîkayê jî ragihand: Ayetullah Xamineyî rêberê bilind ê Îranê li axaftineke kêmdîtî gefên Donald Trump li bara ceribandinên mûşekî yên Îranê red kirin û got ku ti dijminek nikare Îranê li erdê xîne.

Hezretê ayetullah Xamineyî rêberê giranqedr ê Înqilaba Îslamî sibeha roja sêşemiyê li hevdîtina digel fermandar û kedkarên hêza hewayî û Biryargeha Pedafenda Hewayî ya Artêşa Îranê bal kişande ser gotinên serokomarê nû yê Amerîkayê li bara viya ku îranî gere ji min bitirsin û destnîşan kir: Îranî ji gefan natirsin.

Rêberê giranqedr ê Înqilaba Îslamî tevî amajeya bi meşa girseyî ya roja 22`ê Meha Behmenê (10`ê Sibatê) bi boneya salvegera serketina Înqilaba Îslamî di roja îniya pêşber da, got: Gel di vê rojê da bi amadebûna li nav kolanan, dê bersiva van gef û gotinan bide. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu