ÎranNûçeRojhilatanavin

Dengvedana gotinên Rêberê mezine cîhana Îslami li medyayên Çînê

Gotinên roja şemiyê yên Rêberê mezine cîhana Îslami li rêûrisma bidawîhatina heyama xwendina xwendekarên zanîngeha Îmam Husêyn (S), dengvedaneka berfireh li mêdyayên cûrbicûr ên Çînê hebû.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Medyayên Çînê duh yekşemê ragihandin ku hezretê ayetullah Xamineyî Rêberê mezine cîhana Îslami her cure xebatek ji aliyê dewleta Amerîka bona sekinîna li hemberî Îranê mehkûm bi işkestxwarinê daye zanîn.

Li vê barê ajansa nûçan a Xîn Huayê li gotarek ji zarê rêberê mezine inqilabê ragihand ku dewletên berê yên Amerîka bona hilweşandina inqilaba Îranê û ferq û duberekî xistina di navbera gel û dewleta Îranê gelek xebitîn lê li Îranê dewlet û nizama welêt hema gel bi xwe ne û xebatên rezîlaneye dewleta nihaye Amerîka jî wekî dewletên berê yên vî welatî dê rastî işkestê were.

Gor vê raporê Rêberê mezine cîhana Îslami, hezretê ayetullah Xamineyî  li zanîngeha Îmam Husêyn (S) destnîşan kir: Amerîka ji ser bêhêvîbûnî hindek xebat destpê kirine ta ku di navbera dewlet û gelê Îranê va duberekiyê çê bike, siyaseta ku berê  tu encamek xwe tunebûye û li pêşerojê jî dê bêencam be.

Ajansa Ingiliz News a Çînê jî nivîsî :Hezretê ayetullah Xamineyî Rêberê mezine cîhana Îslami van cure siyasetên Amerîka nîşana exmexiya vî welatî daye zanîn û got: Peywendiya gel û dewleta Îranê her roj zêdetir dibe û vêzariya ji Amerîka jî her roj pirtir dibe.

Başa dön tuşu