ErebîstanEwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Dengvedana peyama rêberê Cihana islam ya hecê li mêdyayên Mecaristanê

Peyama rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamî ya li bara heca îsal, li mêdyayên Mecaristanê bi awayekî berfire deng veda.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Rojnama Mecarnemzet a Mecaristanê ragihand ku rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamî ya Îranê xwestîye serokên siûdî bên mehkemekirinê û ragihanîdye ku rêvebirina merasima hecê ji destê wan bê derxistinê.

Malpera Hangrinmeter jî nivîsî ku hezretê ayetulah Xaminêyî rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamî xwestîye ku komîteyeke pêderxistina rastîyan a islamî-navnetewî jibo hilkolandina kuştina zîyaretkirên îranî û neîranî yên heca sala buhurî pêk bê.

Malpera Hangrey-24`ê û kanala televîzyonî ya NI a Mecaristanê jî hin beşên peyama rêberê giranqedir ê Inqilabê weşandin.

Van mêdyayan ji zarê Hesen Rûhanî serokê Komara Islamî ya Îranê jî ragihand ku, Rîyaz berpirsê xwîna wan misilmanan e ku sala buhurî li Minayê hatin kuştinê û misilman divê bi awayekî yekgirtî li dijî cinayetên siûdîyan ra bin.

Zêde ji 7 hezar zîyarekit ji wan 464 zîyaretkirên îranî roja eyda Qurbanê ya sala buhurî ango 24`ê Îlonê li Minayê ji ber bêtivdîrîya berpirsên siûdî da di bin dest  ûpîyan da man û canê xwe ji dest dan. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu