IraqNûçeRojhilatanavin

Depoya muhîmata DAIŞê li rojhilata Iraqê hat ditîn

Hêzên ewlehiyê yên Iraqê karîn yekî din ji depoyên çek û sîlehan yên endamê tekfîrî-siyonîstî yên DAIŞê li bakurê rojhilata parêzgehê Diyala raqê keşf û zewt kirin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Waê, rayedarekî xwecihî li parêzgeha Diyalê li rojhilata Iraqê, îro li bara keşfkirina depoya çek û sîlehan ên rokêtên  Katoşiyayê û kelûmelên  cengê li bakurê rojhilata vê parêzgehê agahî da.

Li gorî vê raporê, Ednan El-Temîmî serokê Konseya xwecî ya navça El-Miqdadiyê li vê barê raghand ku hêzên ewlehiyê vê sibê li operasyonekê derbasî gundê Babelanê li bakurê rojhilata Diyalê bûn û karîn ku depoya  nepenî yên çek û sîlehan û kelûmelên eskerî yên DAIŞê keşf û zewt kirin.

Li gorî gotina vê çavkaniyê,  ev depoya çek û sîlehan ên rokêtên  Katoşiyayê, hawanrêj, kamêrayên  dîtina li şevê û hin  kelûmelên din bû ku hêzên  ewlehiyê ev hemîzewt kirin.

Li halekî ku hizûra Eskerî ya DAIŞ`ê li Iraqê kuta bûye lê hîn hin endamên  ser bi vê komê bi awayê komên  biçûk li hin  navçên  Iraqê de hene. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu