CîhanEwropaNûçe

Depoyek teqemeniyê dest li ser hate danîn

Polîsê Fransa ragehand, ku dest danîne ser depoyek teqemeniyê ya li kolanek paytexta Fransa Parîsê.

Li gor nûçeya çapemeniya Fransa, polîsê Fransa avêtiye ser xaniyekê yê li navçeya Villejuif ya li Parîsê û dest danî ser madeyên ku di teqemenî de tên bikaranîn û hin kablo û silindirên ku di karê teqemeniyê de tên bikaranîn.

Di êrîşên vê dawiyê yên li Ewropa de terorîst piranî wan madeyan ve bombeyan çêdikin û di çalakiyên terorî de bikartînin.

Dozgerê giştî yê Fransa derbarê bûyerê de lêkolîn û lêpirsîn da destpê kirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu