NûçeRojhilatanavinSûriye

Depoyeka tijî çekên amerîkî li Sûriyê hate dîtin

Çend depoyên tijî çekên ku Amerîkayê çêkirine, ji wan mûşekên Tav ên komên terorîst, li taxa nû azadbûyî ya Benî Zêyd a Helebê li bakûrê Sûriyê, hatin dîtin.

Televîzyona El Ixbariye ya Sûriyê, herwiha li nûçeyeka din a ji Sûriyê, piştî kolana tûnêlê ber bi navenda kombûna endamên koma terorîst a DAIŞ`ê li bajaroka pêşeyî ya Dêruzorê ve, tûnêla terorîstan teqand ku di encama giranbûna teqînê de, hejmarek ji endamên DAIŞ`ê hatin kuştin û birîndar bûn. Di encama pevçûna di navbera hêzên aartêşa û endamên DAIŞ`ê de jî, hejmareka din a terorîstan hatin kuştin. Artêşa Sûriyê, du rojan beriya niha taxa stratêjîk a Benî Zêydê li Helebê, girte destê xwe. Herwiha artêşa Sûriyê vê dawiyê riya stratêjîk a Kastîloyê ku tenê riya girîng a bajarê Helebê ye, girtiye destê xwe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu