IraqNûçeRojhilatanavin

Depoyeke çekan a Silêmaniyê teqiya û hemwelatiyan bertek nîşandan

Piştî teqîna depoyeke çek û teqemeniyê ya hêzên Pêşmerge li Silêmaniyê û berî çend rojan jî li Hewlêrê, li hember vê yekê hemwelatiyan bertek nîşandan.

Şeva borî 02.07.2018ê agireke mezin li depoyeke çek û teqemeniyê ya Pêşmerge li navçeya Tasluce ya ser bi Silêmaniyê ket û gelek teqînên mezin di depoyê de pêkhatin.

Piştî vê bûyerê hemwelatiyan di torên civakî de daxwazê dikin bi cidî lêkolîn li bûyera şewata wan depoyan bê kirin û ew kesên ku bêxemî kirine, yan jî berpirsin ji wan depoyan pêwîste bên dadgeh kirin.

Berî naha jî roja 30.06.2018ê li depoya çek û teqemeniyê ya wezareta Pêşmerge li Behirkê ya nêzîk Hewlêrê teqiya.

Başa dön tuşu