NûçeRojhilatanavinSûriye

Derbasgeha Ebû Zuhûr li Idliba Sûrîyê hat vekirinê

Dewleta Sûrîyê îro derbasgeha Ebû Zuhûr li rojhilata parêzgeha Idlibê ser gel da vekir ta ku bikaribin ber bi deverên di bin kontrola artêşê da bên veguhestin.

Li gorî rapora kanala Al Alamê, derbasgeha Ebû Zuhûrê mideha 24 sietan wê ser gel da vekirî bimîne ta ku ew bi dilê xwe ji deverên di bin kontrola têrorîstan derkevin.

Li gorî vê raporê, artêşa Sûrîyê xwe ji bo paqijkirina hin deverên Idlibê ji têrorîstên Cebhet ul Nusre, DAIŞ û komên din ên têrorîst amade dike.

Wezareta Berevanîyê ya Rûsîyê jî ragihand ku rewşa deverên ku agirbes li wan hatîye ragihandin, aram e herçend ku ew agirbesa car bo carê tê binpêkirin.

Başa dön tuşu