FilistînNûçeRojhilatanavin

Derbasgeha Refehê hate girêdan

Li gorî ragihandina Navenda Ragihandinê ya Filsitînê, balyozxaneya Filsitînê li Qahirê, çarşemiyê bi şev ragihand ku rayedarên misrî tenê rojekê piştî vekirina derbasgeha Refehê, ji nişkêve ev derbasgeha girêdan.

Ev yeka li halekê cih tê ku Misrê ragihandibû ji roja çarşemiyê ve û bo mideha 4 rojan wê derbasgeha sînorî ya Refehê veke, li gorî vê raporê, rayedarên misrî hegera vî karî negotine.

Misr, 9`ê Sibatê, ji bo cara yekemîn di sala 2018`an de tenê bo mideha du rojan derbasgeha Refehê ser rêwiyên filistînî vekir ta ku nexweşên li Zîvala Gazê bona dermankirinê bikaribin ji vê derbasgehê derkevin û careka din vegerin Gazê.

Başa dön tuşu