İslami Davet Kurdi Bange İslami

Derbaskirina meytên 55 şehîdan ji sînorê Şelemçê nav Îranê

Cenazên 55 şehîdên serdema berevanîya pîroz îro ji sînorê Şelemçê li rojavaya Îranê derbasî welêt hatin kirin.

Merasima rakirin û anîna meytên van şehîdan bi amadebûna berfire ya ciwan, besîcî, malbatên qedirgiran ên şehîdan û çîn û qatên curbicur ên gelê Xoremşehrê û bajarên din ên parêzgeha Xûzistanê hat lidarxistin.

Serdar sertîp Mihemed Baqirzade fermandeyê komîteya lêgerîna bêserûşûnbûyîyan a erkantîya hêzên çekdar a Îranê got: Opêrasyona lêgerîn û peydakirina meytên şehîdan li mêhwerên rojava û başûra Iraqê (Wasit) û deverên curbicur ji wan li Ervend, Şelemçe, Mecnûn û rojhilata Diclê didome. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Exit mobile version