ÎranNûçeRojhilatanavin

Derewandina hebûna endamên Taliban li Îranê

Berdevkê wezareta karên derve ya Komara Îslamiya Îranê, hebûna endamên Taliban li Komara Îslamiya Îranê, red kir.

Li gorî rapora dayira giştî ya dîplomasya medyayî ya wezareta karên derve, Behram Qasimî, berdevkê wezareta karên derve ya Îranê, roja sêşemiyê, nûçeya hebûna endamên Taliban li Îranê derevand û got, ev nûçeya bêbingeh e.

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê, destnîşan kir, peywendiyên di navbera Îran û Efxanistanê de, li ser bingeha mêhweriyeta dewletê, hevkariya dostane, biratî, berjewendî û ewlehiya hevpar hatine kivşkirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu