İslami Davet Kurdi Bange İslami

Derewzanîna berbijarîya Îranê jibo endametîya li Konseya Mafên Mirovan a NY

Wezareta karên derve ya Îranê nûçeyên ku têkildarî berbijarîya Îranê jibo endametîya li Konseya Mafên Mirovan a NY li hin malperan hatin weşandinê, derew zanîn.

Li gorî rapora nûçegihanê IRIB NEWS`ê, navenda peywendîyên giştî ya wezareta karên derve ya Îranê ragihand ku berovajî nûçeyên ku li hin malper û şebekeyên civakî hatin weşandinê, Komara Islamî ya Îranê nebûye berbijarê endametîya li Konseya Mafên Mirovan a NY, lewma mijara bidestnexistina dengan a Îranê li vê konseyê derew û bêbingeh e.

Li gorî vê raporê,li civîna duh a Civata Giştî ya NY, Rûsîyê jî dengên pêwîst jibo endametîya dubare li Konseya Mafên mirovan a NY bidest nexistin.

Pîtêr Tamson serokê Civata Giştî ya NY li dawîya civîna duh navên welatên ku yê ji destpêka Çileya 2017`ê va mideha 3 salan bibin endamê Konseya Mafên mirovan a NY, ragihandin.Brêzîl, Çîn, Korovasî, Misr, Kûba, Mecaristan, Iraq, Japon, Rovanda, Erebistan, Afrîqaya Başûr, Tûnis, Birîtanîya, Îrlenda Bakûr, Amerîka ew welatana ne.

Konseya Mafên Mirovan a NY sazîyeke navnetewî ye ku erka wê parastina mafên mirovan û şopandina binpêkirina wan e ku 47 endamên vê sazîyê yene ku endam bi dengê rasterast û di rewşa bidestxistina pirranîya dengan dengên endamên Civata Giştî ya NY tên bijartinê (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Exit mobile version