AborîCîhanÎranNûçeRojhilatanavin

Derfirotina 902 milyon dularî ya kelûmelan ji sînorê Mêhranê bo Iraqê

Rêveberê giştî yê gumruka parzêgeha Îlamê li rojava Îranê got: Li neh mehên buhurî 902 milyon dular kelûmel ji sînorê Mêhranê hatine şandin bo Iraqê.

 Muhsin Mustefayî rêveberê gumrukê yê parêzageha  Îlamê li gotûbêja bi Mehr News`ê re got: Piraniya kelûmelên  derfirotinê ku li sînorê Mêhranê bo Iraqê tên şandin di demsala havînê de pirtir mîwe û di demsala  zivistanê de jî kaşî, siramîk, tiştên palsîtîkî û lek û  hesinî bûne.

Amar nîşan didin ku piraniya derfirotina  Îranê bo Iraqê ji riya sînorê Mêhranê cih tê û ev  termînala sînorî tim  ewlewiyeta bazirganên  Îranê ye.

Rojê  zêde ji 800 kamyonên kelûmelan ji sînorê Mêhranê  hatûçûya Iraqê dikin.

Başa dön tuşu