Rêveberê giştî yê gumruka parzêgeha Îlamê li rojava Îranê got: Li neh mehên buhurî 902 milyon dular kelûmel ji sînorê Mêhranê hatine şandin bo Iraqê.
Muhsin Mustefayî rêveberê gumrukê yê parêzageha Îlamê li gotûbêja bi Mehr News`ê re got: Piraniya kelûmelên derfirotinê ku li sînorê Mêhranê bo Iraqê tên şandin di demsala havînê de pirtir mîwe û di demsala zivistanê de jî kaşî, siramîk, tiştên palsîtîkî û lek û hesinî bûne.
Amar nîşan didin ku piraniya derfirotina Îranê bo Iraqê ji riya sînorê Mêhranê cih tê û ev termînala sînorî tim ewlewiyeta bazirganên Îranê ye.
Rojê zêde ji 800 kamyonên kelûmelan ji sînorê Mêhranê hatûçûya Iraqê dikin.