Komara Îslamî ya Îranê li pênc mehên buhurî, zêde ji du milyar dular berhemên gazê şandine welatên armanc.
Li gorî rapora IRIB News`ê, li gorî amarên vê dawiyê yên gumruka Îranê ji ticareta derve li pênc mehên buhurî, 4 milyon û 167 hezar ton berhemên gazê ji Îranê bo welatên armanc hatine firotin ku nirxa derfirotina van madana dighîje du milyar û 169 milyon dularî.
Derfirotina berhemên gazî yên Îranê li vê midehê ji babet kêşê ve, sedî 9 û ji babet nirxê ve sedî 11.23 a nirxa hemî derfirotina Îranê digere ber xwe.