ÎranNûçeRojhilatanavin

Derfirotina Îranê bo welatên ewûpî piştî rêketina navokî 10 beranber bûye

Baylozê Alman li Îranê bal kişande ser desthatên rêketina navokî ya di navbera Îranê û grûpa 5+1 û got: Derfirotina Îranê bo welatên ewûpî piştî rêketina navokî 10 beranber bûye.

Li gor rapopra IRIB Newsê, Mîkayîl Klor Bêrştolêd baylozê Alman li Îranê li gotinên xwe yên îro yekşemê li civîna dewra şeşane tecareta bankî ya di navbera Îranê û Ewrûpa destnîşan kir: Piştî sala 2015 û îcrabûna xalên rêketina navokî ya di navbera Îranê û grûpa 5+1 derfirotina Îranê bo welatên ewrûpî zêde ji sedî 60 zêde bûye û ev babetên wiha ji desthatên vê rêketinê ne.

Baylozê Alman li Îranê destnîşan kir ku welatê wî rêketina navokî rêketinekî micid dizane û dixebite naveroka vê rêketinê bibaşî îcra bike û li vê barê da rolekî baş û berbiçav di navbera Îranê û Yeketiya Ewrûpa bilîze.

Wî got: Gor belgeyên cîhanî qudreta rîska hêtibarî û abûrî ya Îranê ji 6 gihêştiye 5 ku eva rudawekî bi erziş û girîng e.

Mîkayîl Klor Bêrştolêd hêviya xwe daye diyarkirin ku babetên dine rêketina navokî ya di navbera Îranê û grûpa 5+1 bibaşî îcra bibin ta ku Îran û cîhanê bigehêjin hedef û armancên xwe yên abûrî.

Civîna dewra şeşane tecareta bankî ya di navbera Îranê û Ewrûpa du şemiyê bi pişkdariya karbidestên derecebilinde bankî yên Îranê û Ewrûpa li Têhranê birê ket.

Başa dön tuşu