AborîÎranNûçeRojhilatanavin

Derfirotina ji navçên azad ên Îranê li dewleta yazdehem gihêşte 4 milyard û 527 milyon dolarî

Alîkarê derfirotin û IT`ya navçên azad ên abûrî yên Komara Islamî ya Îranê ragihand ku derfirotina navçên azad ên Îranê li van 3 sal xebata dewleta yazdehem gihêşte 4 milyard û 527 milyon dolarî ku nîşana geşatiya erênî ya abûriya van navçan e.

Mêhdî Bazargan alîkarê derfirotin û IT`ya navçên azad ên abûrî yên Komara Islamî ya Îranê li gotûbêja xwe ya îro tev ajansa nûçan a IRNA`yê, bi munasibeta hefta dewletê destnîşan kir; Derfirotin navçên azad li sala 1392`an (sala 2013-2014), 782 milyon dolar, li sala 1393`an milyardek û 681 milyon dolar û li sala 1394`an jî 2 milyard û 62 milyon dolar bûye.

Armanca navçên azad ên tecarî li Îranê li gorî siyasetên ku rêberê giranqedr ê inqilabê li çarçîva abûra berxwedanî ragihandiye, geşatiya pêşeyî, zêdekirina derfirotinî û pêşwaziya ji sermayedanîna li van navçan e.

Bazargan li dewama gotinên xwe ragihand; Li gorî siyasetên berçavgirtî yên abûra berxwedanî, geşatiya abûrî li navçên azad ên tecarî li bernama pêncsale ya geşatiya welêt dê sedî 30 li her salê zêdetir bibe.(BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu