Barê dudyan a Palîngeha Istêrka Kendava Farsê ku 280 hezar bermîl berhemên niftî bûn, bo Japonê hatine firotin.
Li gor rapora IRIB News`ê, Ehmed Edîb birêveberê giştî yê kompaniya nifta Istêrka Kendava Farsê got: Palîngeha niftaya Istêrka Kendava Farsê wek yekem palîngeha sazkirî li gorî xwareka şilikên gazî bi guncawtiya 360 hezar bermîl di rojê da têda yekîneyên teqtîr, safîkirina gaza şilikî, sîstem Katalîstî, sîstema Îzomirîzasiyonê, paqijkirina nifta sipî û nift-gazê bona çêkirina binzîn, gazawîl, gaza şilikî û sotemeniya cêtan li kêleka palînega niha ya Bender Ebasê li halê çêkirinê ye.
Mesrefa vê palîngehê ji Parsa Başûrî dabîn dibe.
Pê behregirtina ji palîngeha Istêrka Kendava Farsê, rojê 36 milyon lîtr binzîna Oktan 95 û 14 milyon lîtr Gazoyîl li derhatên Îranê zêde dibe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)