IraqNûçeRojhilatanavin

Mûsil: Nîv milyon kes dibin destê Daişê da mane

Sivîlên rojavayê Mûsilê di rewşeka xerab dane û li gorî amaran dawî, niha zêdetir ji 500 hezar kesan li wî alîyê bajêr mane.

Lîz Grandî, nûnera Neteweyên Yekgirtî li Îraqê, aşkere kir; bilind bûna astê rûbarê Dîcle û jinavçûna çend pirên serekî, bûne eger ku rêya revînê ji wî alîyê bajêr beranber sivîlan gelek bi zehmet bikeve û niha zêdetir ji 500 hezar kesan, li taxên tengên rojavayê Mûsilê dorpêç kirine.

Grandî got jî: li destipêka operasyona rizgarkirina Mûsilê tirs herî mezin ew bû ku zêdetir ji 500 hezar kesan ji wî bajêrî koçber bibin, niha 490 hezar kes aware bûne û nîvê din jî di bin zulma Daişê da dijîn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu