Şîrketa gaza parsa başûrî ya Îranê bo cara yekê barê yek milyon bermîlî ya dilopandinên gazê firot welatên ewrûpî.
Li gorî rapora IRNA`yê, Mesûd Hesenî, rêveberê şîrketa gaza parsa başûrî bal kişand ser berhemanîna zêdetir ji 125 milyon bermîl dilopandinên gazê li vê navendê ji Nîsanê heya dawiya Mijdara îsal û got: Beşek ji van berhemana hatine firotin bo welatên ewrûp.
Hesenî diyar kir: Berhemanîna dilopandinên gazê li palîngehên gaza parsa başûrî ji Nîsanê heya niha pêka par zêde ji 18 milyon û 200 hezar bermîlî zêde bûye.
Li vê midehê zêde ji 98 milyon bermîl dilopandinên gazê bo welatên asiyayî hatiye firotin.
Welatên curbicure ewrûpî li mehên buhurî elaqeta xwe jibo kirîna gazê ji Îranê ragihandine.
Huseyn Îsmaîlî rêveberê giştî yê Ewrûpa, Emerîka û cînarên behra Xezerê li wezareta niftê ya Îranê roaj sêşemiyê ragihand ku Yewnanistanê ji Îranê daxwaza kirîna gazê kiriye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)