ErebîstanNûçeRojhilatanavinYemen

Kuştiyên Erebistanê li navça Cîzanê

Li êrişa topxaneyî yên hêzên yemenî dijî pêgehên hêzên destdirêjkere yên Erebistanê li navça Cîzanê çene eskerên erebistanê hatine kuştibn.

Li gor rapora telivîzyona El-Mesîre, Hêzên artêşa Yemenê û hêzên gelanî yên vî welatîduh duşemê pêgeha artêşa Erebistanê li navça El Munteze li navça sînorî ya Cîzanê pê gullên Hawanê kirine hedef ku di encamê da çend eskerên Erebistanê hatine kuştin.

Bingehekî eskerî yê Yemenê ragihand; Hêzên artêşa Yemenê û hêzên gelanî yên vî welatî herwisa pêgeha artêşa Erebistanê li navça El-Muneq kirine hedefa êrişên xwe ku li vê êrişê jî hinek ji hêzên eskerî yên Erebistanê birîndar bûn.

Telivîzyonên Yemenê duh duşemê hinek ji van êrişên artêşa vî welatî ser pêgehên hêzên Erebistanê li pêgeha El-Melzûr belav kirin ku li vê êrişê jî hinek ji hêzên eskerî yên Erebistanê hatine kuştin û hinek jî birîndar bûn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu