FilistînNûçeRojhilatanavin

Deriyê Sînor ê Refahê hat vekirin

Hat ragihandin ku ji deriyê sînor ê Refahê ku rêvebiriya Misrê “ji bo demekê” vekir re hezar û 222 kes derbas bûn.

Li gorî daxuyaniya Îdareya Deriyên Sînor yên Xezeyê, duh deriyê sînor hat vekirin. Ji deriyê sînor 330 rêwî, 802 kesên ku herin hecê bi tevahî hezar û 132 kes derbasî aliyê Misrê bûn, 90 kes jî vegeriyan Xezeyê.

Îdareya Deriyên Sînor ragihand ku ji ber rewşên însanî 16 hezar kes, ji bo hecê jî 2 hezar û 500 kes dixwazin ji deriyên sînor re derbas bibin.

Rêvebiriya Misrê piştî derbeya leşkerî di 3yê tîrmeha 2013an de deriyê sînor girt û car caran vedike. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu