NûçeRojhilatanavinSûriye

Derketina 40 hezar kesî ji rojhilata Helebê

Navenda nasiyar bi çavdêrê mafên mirovan a Sûriyê ragihand zêdetir ji 40 hezar kes ji terorîstan tev malbatên xwe ji rojhilata Helebê li Sûriyê derketine.

 Li gorî rapora IRNA`yê, vê navendê îro derketina van terorîstan ji rojhilata  Helebê li bakurê Sûriyê ji dema lihevkirina navbera Rûsiyê û Tirkiyê jibo derketina  terorîstan cih hatiye.

Li gorî ragihandina  navenda nasiyar bi çavdêrê mafên mirovan a Sûriyê biryar e çend ûtûbûs bi dehan  kes ji birîndar û malbatên wan ji bajarokên şîenişîn ên El-Fûe û Keferyayê li parêzgeha  Idlibê derxînin.

Hin çavkaniyan ragihandin pirsgirêka  navbera grûpên  çekdar li Helebê bûye sedema  derengmayîna  derketina  erorîstan ji rojhilata  vî bajarî.

Her wiha biryar e pêvajoya  derketian  mirovên çekdar û malbatên wan ji rojhilata  Helebê îro dawî bibe.

Ji nîveka  heftiya buhurî derketina  grûpên çekdar û terorîst ji rojhilata Helebê destpê bûye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu