NûçeRojhilatanavinSûriye

Derketina awareyên sûrî ji Kempa Rukbanê piştî rizgarbûna ji dorpêça hêzên amerîkî

Bi hezaran awareyên sûrî yên niştecihê Kempa Rukbanê piştî xilasbûna ji dorpêça hêzên amerîkî derbasî derbasgeha Culeygemê li devera Badîyê ya Sûrîyê bûn.

Wan awareyên sûrî ku gellek jin û zarok di nav wan de ne, piştî rizgarbûna ji dorpêça hêzên amerîkî, xwe gîhandin derbasgeha Culeygemê.

Di mehên vê dawîyê de tevî rewşa kambax û nebûna xwarek û dermîn li Kempa Rukbanê, hêzên amerîkî bi dorpêçkirina vê kempê nehîştin awareyên sûrî jê derkevin û bera xwe bidin malên xwe.

Kempa Rukbanê li sêkoşeya navbera Sûrîye, Iraq û Urdinê li rex baregeha leşkerî ya hêzên amerîkî ya Tenefê ye.

Başa dön tuşu