Bi hezaran awareyên sûrî yên niştecihê Kempa Rukbanê piştî xilasbûna ji dorpêça hêzên amerîkî derbasî derbasgeha Culeygemê li devera Badîyê ya Sûrîyê bûn.
Wan awareyên sûrî ku gellek jin û zarok di nav wan de ne, piştî rizgarbûna ji dorpêça hêzên amerîkî, xwe gîhandin derbasgeha Culeygemê.
Di mehên vê dawîyê de tevî rewşa kambax û nebûna xwarek û dermîn li Kempa Rukbanê, hêzên amerîkî bi dorpêçkirina vê kempê nehîştin awareyên sûrî jê derkevin û bera xwe bidin malên xwe.
Kempa Rukbanê li sêkoşeya navbera Sûrîye, Iraq û Urdinê li rex baregeha leşkerî ya hêzên amerîkî ya Tenefê ye.